Erdogan dixwaze bi hilbijartinên pêşwext têkçûna xwe veşêre

Serdan, daxuyanî û itîfaqên nû jî lidar xist, lê nikarîbû Osmaniya-Ixwanî ya Erdogan ku gelek nerînên xwe li ser derdorê ferzkirine, pêk bîne. Armanc ew bû ku rê li ber dagirkeriya tevahiya xaka Bakurê Sûriyê pêk bîne, da ku herêma navê "Kevana Sinnî" ava bike û xwe wekî xelîfeyê Mislimanan ragihîne. Vê carê Sultan çare di hilbijartinên pêş wext de dî. Armanca wî ewe ku xwe ji aloziya hindirîn xilas bike, her wiha da ku têkçûnên itîfaqên xwe pêk bîne.

Erdogan dixwaze bi hilbijartinên pêşwext têkçûna xwe veşêre
30 nîsan, 2018   07:01

HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha, hewl dide ku hebûna xwe li Bakurê Sûriyê mayînde bike û xwe bighîne ava deryayê û dilê Sûriyê yê pîşesaziyê Helebê. Ji bo vê armanca xwe gelek komên çete ava kir û piştgiriya wan kir. Ew kom ew bûn ku gelê Sûriyê  firotin. Di nav wan koman de komên herî bi nav û deng yek jê DAIŞ bu û yek jî jê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet EL-Nusra) yên ku şaxê rêxistina Qaîde ya Sûriyê ye. Di aliyê din de jî hîn jî hêzên YPG, YPJ û QSD'ê wekî hêzên teroirst binav dike, bi vê yekê jî dixwaze wekî çawa ket bajarên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib û herî dawî Efrînê ku bi erêkirina Rûsiya pêk hat, bikeve hemû hermên Bakurê Sûriyê yên din jî.

Gavên girîng û destkeftiyên mezin ku li Bakurê Sûriyê pêk hatin, riyên siyasî û dîplmasî yên mezin li ber hêzên siyasî vekir, ku rastiya Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê nas bikin. Di heman demê de rê hate vekirin ku hêzên QSD'ê ku rola wan di têkçûna çeteyên DIAŞ'ê ya piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirt  de pêşeng bû, nas bikin.  Hêza QSD'ê bi van destkeftiyên bi dest xistin, karîbû gelek itîfaqên nû li ser asta navdewletî pêk bînin. Ev itîfaq di hemû aliyan de pêk hat. Bi vê yekê Rêveberiyên Rojava-Bakurê Sûriyê di nava hewldanan de ye ku sîstema demokratîk a ne navendî ava bike. Ev hemû destkeftiyên hatin jiyankirin, metirsîna dewleta Tirk a dagirker zêde kir. Erdogan tirsiya ku fikrê demorkatîk û hêzên demokratîk derbasî rê li ber bigirin ku nikaribe hêvî û pirojeyên xwe li Sûriyê pêk bîn e.

Erdogan ji bo ku rê li hember fikrê demokratîk bigire, hewl dide ku selteneta Osmanî ya nû ava bike û xwe jî wek e sultan îlan bike. Ji bo we jî lez da pêkanîna itîafqan bi dewletên li dijî tevgera gel û bi ji bo wê ket nava liv û tevgerê.

Dewleta Tirk û piştî pirojeya xwe ya Ixwanî li Serêkaniyê û pirojeya xwe ya DAIŞ'ê li Kobanê berê xwe da Rûsiya û xwest bi riya wan, pirojeya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe. Wiha jî aloziya xwe ya hindirîn derbixe derve. Ji ber aboriya Tirkiyê di vê demê de lihev ketiye û lewaz bû ye. Erdogan lê beranberî Efrînê derdora paytexta Sûriyê Şamê, Xûta û Dûma ji çeteyan paqij kir. Erdogan li Efrînê serkeftineke xeyalî ilan kiriye. Bi vê yekê dixwaze têkçûnên xwe û rûyê yê qirêj veşêre.

Erdogan dixwaze Rûsiya jî bixapîne

Erdogan bi dagirkirina Efrînê dixwaze Rûsiya jî bi sozên derew bixapîne. Soz dabû Rûsiya ku dê idlib û Hemayê radestî rêjîma Sûriyê bike. Lê Erdogan berûvajî vê yekê lez da xwe û noqteyên çavdêriyê ji Cerbalus û heta Hemayê û dibe ku bighêjin ser Derya Spî jî ava kir. Erdogan dixwaze bi vê yekê riyeke ser deryayê di xaka Sûriyê de ji xwe re vebike, armanca wî jî bi vê yekê aboriya xwe ya têk çûyî ji nu ve vegerîn e.

Lê Erdoganê ku di dema dagirkirina Efrînê bi çeteyan re gelekî li def û zirneyê dida, ragîhand ku ew ê herêmek taybet bi tirkan ava bike û ew wekî wîlayetek Tirkiyê ragihîne, da ku pirojeya xwe ya navê "Kevana Sinî" lê dike ava bike. Beranberî "Kevana Şîî" yak u Îran dixwaze wê ava bike. Bi vê yekê jî Erdogan dixwaze xwe jî wekî xelîfe li ser wê herêmê ragihîne.

Kêfxweşiya Erdogan a dema dagirkirina Efrînê zêde dewam nekir. Nikarîbû Rûsiya jî bixapîn e.  Piştî derbeya sê alî ya ji aliyê Amarîka, Birîtaniya û Firansa li dijî rêjîma Sûriyê pêk hat, rola Rûsiya û Îranê di qada Sûriyê de lawaz ket. Nerîna civaka herêmî pêket.Erdogan careke din xwe avêt himêza DYA'yê, bi vê yekê jî xwest têkiliya bi Rûsiya bişkîne û itîfaqên di navbera Rûsiya û Tirkiyê ku hatin imzekirin, ibtal bibin. Rûsiya daxwaz kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê derkeve û radestî hêzên rêjîmê were kirin.

Piştî ku Erdogan di hêviyên xwe de têk çû, xwest ku rewşa herêmê têxe berjewendiyên xwe de û sûd ji wan bigire. Di heman demê de hewl da ku sûd ji aloziya Kendava Ereban jî bigre, di riya piştgiriya Qeterê şirîka wê ya pirojeya Ixwanî. Di heman demê de xwest li ber pirojeya Îranê ya Kevana Şîî raweste. Li Qeterê bargeha leşkerî saz kir û çek da wan, bi vê yekê jî xwest zextê li Erebistana Sidûiyê bike û wê bixe bin bandora xwe.

Erdogan bi vê yekê xwest xwe bike berdevkê islama Sinî li tevahî Rojhilata Navîn, Qeter jî erkdar kir ku ji pirojeya wê ya Osmaniya nû li herêmê propgandayê bike. Lê vê carê ba ne li gorî keştiya Erdogan bû. Ragîhand ku ew ê piştgiriya hevgirtina erebî ya ji bo piştgiriya hêzên Koalîsyona Sûriyê ku Erebistana Siûriyê û Îmarat jî di nav de bike.

Wekî derfeta dawî da ku serkeftina xwe li ber gelê xwe nîşan bide, bi vê yekê jî gelê Tirkiyê li dijî wî û siyasetên wî yên têkçûyî yên li Rojhilata Navîn derkeve. Bi taybet windakirinên wî yên li Sûriyê û bi taybet li bakruê Sûriyê. Bi taybet piştî ku Rûsiya ji Erdogan xwestin ku ji Efrîn û tevahî Bakurê Sûriyê derkeve. Erdogan lez da xwe ku hilbijartinên perlemantoyê zû lidar bixe.  Lewma Erdogan lez da xwe ku hilbijartinan di 24'ê hizêarên de lidar bixe, beriya ku hemû bajarên Bakruê Sûriyê yên daigkribûn ji destên wî werin derxistin. Ji ber xewna wî ya Kevana Sinî ji hêzên hevkariya Tirkiyê dikirin, ne kirin.

Di vir de pirse ku xwe beriz dike ew ku di vê rewşa ku Erdogan di nava lêgerînê de ye Tirkiyê êrîşên xwe didomîne û bi taybet êrîşa li ser gelê kurd  li Rojava, Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, gelo di vê rewşê de wê gelê kurd çawa karibin destkeftiyên xwe biparêz in?

Gelo wê hin aliyên ku sîfeta kurdistanî lixwe dikin bimîne û hîn jî li dijî berjewendiya gelê kurd  û li dijî pirojeya demokratîk kar dikin. Gelo dem ne hatiye ku vegerin xeta parastina gel û destkeftiyên wê?.

(dc)

ANHA