Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîdê YPG`ê Aras Hesekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê oxir kirin.

Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Aras Hesekê hate oxirkirin
17 nîsan, 2018   11:40

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl, şervanên YPJ/YPG û Erka Xweparastinê tevlî merasîma oxirkirina şervanê YPG`ê Usama Abdullrezaq (Aras Hesekê) yê ku di encama qezaya tirfîkî de li bajarê Qamişlo şehîd bûbû, bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanênYPJ û YPG`ê toreneke leşkerî hate destpêkirin. Paşê, bi navê YPG`ê Musefa Qamişlo, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Umer û bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Xelîl axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbat şehîd Aras re hate xwestin û hate tekezkirin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xist, herwiha civaka demokratîk li gorî pîvanan Netewa Demokrtîk hate avakirin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan di axaftinan de heta dawiyê hate dayîn.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Aras Hesekê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate definkirin.

(bx)

ANHA