Li Qamişlo pêşengeha xwendekaran

Rêveberiya dibistanên Usman Bin Efan a seretayî û Bedî El-Zeman a amadeyî yên bajarê Qamişlo bi armanca pêşxistina afrînerên xwendekaran û vejandina kevneşopiyan pêşengeh vekir.

Li Qamişlo pêşengeha xwendekaran
10 nîsan 2018   12:56

QAMIŞLO

Pêşengeh, li Dibistana Usman Bin Efan hate lidarxistin. Bi dehan xwendekar û mamosteyên herdu dibistanan, malbatên xwendekaran bi cil û bergên xwe yên filklorî amade bûn.

Beriya pêşengeh were vekirin, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. Paşê pêşengeh ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a kantona Qamşilo Êva Izedîn û Mûdîrê Dibistana Bedî El-Zeman hate vekirin. Kesên ku tevlî çalakiyê bûn, li salona pêşengehê geriyan.

Di pêşengehê de berhemên ku zarokan bi destên xwe çêkiribûn ji hirî, tax, herî, kerton çêkiribûn, hatin pêşkêşkirin.

Paşê koma Avesta ya girêdayî dibistana Usman Bin Efan dilanên filiklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de xwendekarên bi navê Sebrî Silêman û Şevger Mihemed stran pêşkêş kirin.

(bx)

ANHA