Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin

Polîsên Tirafîkê li navçeya Silûk a kantona Girê Spî navendeke xwe bi merasîmekê vekirin.

Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
Li navçeya Silûkê navenda tirafîkê hate vekirin
10 nîsan, 2018   12:32

GIRÊ SPÎ

Merasîma vekirina navenda şehîd "Cûdî Birûsk" bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kanotna Girê Spî, rêveberên tirafîkê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên navçeyê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê, deriyê navendê ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate vekirin. Paşê, bi navê Fermandariya Giştî ya Bakurê Sûriyê Sarim Ehmed, bi navê Meclîsa kantona Girê Spî Xelîl Abdulkerîm û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navendê li hemû şêniyên navçeya Silûk hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku wê navend hemû pêwîstiyên ajokaran pêk bîne û herêmê bi rêxistin bike.

Her wiha hate gotin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi ewlehî û aramî dijî û bi saya wan şoreş giha roja îro û gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Di dawiyê de serkeftin ji hemû endamên tirafîkê re hate xwestin.

Di dawiyê de koma Çand û Huner dîlanên filoklorî pêşkêş kir.

Hêjaye bi bîr xistinê ku Endamê Hêzên Asayîşê Şehîd Cûdî Birûsk di hemleya rizgarkirina bajrê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûye.

(bx)

ANHA