DAÎŞ’ê li Xûrmatûyê êrîşeke xwekujî kir

Artêşa Iraqê ji bo paqijkirina DAÎŞ’ê li Çiyayê Hemrînê operasyonek da destpêkirin. Çeteyekî DAÎŞ’ê êrîşeke xwekuj li dar xist. Di vê êrîşê de 3 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 11 leşkerên Iraqê û endamên Haşdî Şabî jî birîndar bûn.

DAÎŞ’ê li Xûrmatûyê êrîşeke xwekujî kir
31 adar, 2018   15:33

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê roja şemiyê li herêma Xera ya li başûrê Xûrmatûyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek da destpêkirin.

Di dema operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê êrîşeke xwekuj li dar xist. Berdevkê Haşdî Şabî, Alî Haşîmî got ku, “Dema ku me operasyonek lidar dixist, endamekî DAÎŞ’ê êrîşeke xwekuj pêk anî. Di vê êrîşê de 3 endamên Haşdî Şabî mirin û 11 endamên artêşa Iraqê û Haşdî Şabî birîndar bûn.”

Piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir, li vê herêmê êrîşên DAÎŞ’ê zêdetir bû. Di van êrîşên dema dawîn de gelek sivîl, leşkerên Iraqê û endamên Haşdî Şabî mirin.