Zarokên Tebqayê bi wênexêzên xwe piştgirî dane zarokên Efrînê

Dibistana Umer El-Muxtar a herêma Tebqayê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokartîk a Herêma Tebqayê pêşengeheke wênexêzên zarokan vekir.

Zarokên Tebqayê bi wênexêzên xwe piştgirî dane zarokên Efrînê
Zarokên Tebqayê bi wênexêzên xwe piştgirî dane zarokên Efrînê
Zarokên Tebqayê bi wênexêzên xwe piştgirî dane zarokên Efrînê
26 adar, 2018   12:10

TEBQA – Rêveberiya Dibistana Umer El- Muxtar pêşengeheke wênexêz û karên destan ên ku bi destên zarokên dibistanê hatine çêkirin, vekir.

Armanca ji pêşengehê piştgiriya bi zarokên Efrînê yên ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji mafê perwerdeyê bê par mane.

Di pêşengehê de, 150 tablo û karên destan ên zarokanê dibistanê hatin pêşandan.

Zarokan bi berhemên xwe, piştgiya xwe bi zarokên Efrînê re nîşan dane.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev pêşengeha çaremîn e ji bo Efrînê li herêma Tebqayê tê vekirine.

(bb)

ANHA