Xwendekarên Kobanê bi çalakiyekê piştgiriya Efrînê kirin

18 adar 2018   11:02

KOBANÊ – Xwendekarên peymangehên Şehîd Gîvara û Şehîd Zozan bi dirûşmeya "An serkeftin an serkeftin" çalakiyeke ji bo piştgiriya Efrînê bi rêxistin kirin.

Çalakiya piştgiriya Efrînê ku li Akademiya Şehîd Viyan Amara hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Rêveberê Peymangehên Kantona Kobanê Ridwan Daharo axivî û got," Gelê Kurd di dîrokê de rastî gelek polîtîkeyên qirkirinê hat, li hemberî wî têkoşîna xwe domand. Ev jî bû sedem ku hemû pîlanên derheqê wan de têne kirin, têk biçin."

Ridwan Dahoro, destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî Efrînê dixwaze kurdan qir bike û got, "Gelê me xeta têkoşînê pejirandiye, serkeftin wê ya gelê me be."

Xwendekarên herdu peymangehan, stran û helbest li ser berxwedana Efrînê û komkujiya Helebçayê xwendin û şanoyeke li ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA