13 çeteyên ketine derdora taxa Eşrefiyê hatin kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiva êrişên çeteyên hikumeta demkî yên derbasî derdora Eşrefiyê bûne didin, di encamê de 13 çete hatin kuştin.

13 çeteyên ketine derdora taxa Eşrefiyê hatin kuştin
8 ÇILE, 2026   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên hikumeta demkî li derdora taxa Eşrefiyê de pevçûnên dijwar rû didin.

Hêzan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bersivên tund dan êrişên çeteyan ên bi tank û panzeran û dest bi paqijkirina hin avahiyên ku çete ketinê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara çeteyên hatine kuştin derket 13ˊan, 2 BMB hatin îmhakirin, 2 çete hatin girtin.

Çeteyên hikumeta demkî bi rêya van êrişan hewl dide li dijî welatiyên li wan taxan komkujiyan pêk bînin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva van êrişan didin.

(fr)