100 nivîskar û akademîsyenên Ereb, daxwaza hevditina bi Rêber Apo re kirin

100 nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb  beşdarî kampanyaya ‘Dixwazim li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bikim’ bûn. Her wiha piştevaniya xwe ji bo Pêngava Dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an dubare kirin. 

100 nivîskar û akademîsyenên Ereb, daxwaza hevditina bi Rêber Apo re kirin
9 tebax, 2025   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb ku desteyek ji bo piştgiriya pêngav û kampanyaya ji bo dîtina Rêber Apo hatî destpêkirin avakirine, daxuyaniyek belav kirin.

Daxuyanî wihaye:

“Em îradeya rastîn a Birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de di bangewaziyek bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de belavkiriye, wekî mantiqek rewşenbîrî û prensîba avakirina bingehek aştiyane ya cîhanî dibînin. Ew dikare Rojhilata Navîn ji şer, wêranî û ramanên tundrew biparêze.

Di heman demê de, peyam bêyî ku derfetekê bide partî an îdeolojiyek taybet ku serdest bibe, rêbazek danûstandin û ramana kolektîf pêş dixe. Ramanên Birêz Ocalan pabendbûna wî ya bi mirovatiyek binirx û hêja re dixe li pêş girêdanbûna xwe ya siyasî û neteweyî. Her wiha çareseriyek demokratîk û avakirina civatek demokratîk dike bingeha çareseriya siyasî.

Pêngava Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriyek demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên din ên li herêm û cîhanê.

Me xwesteka xwe ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re anî ziman. Em bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku rê bidin hevdîtinek dîrokî li gel bê kirin da ku gav ber bi çareseriyek aştiyane ya bingehîn ve werin avêtin.”