ˋMisogerkirina mafên jinan misogeriya Sûriyeya demokratîk eˊ

Panela ku Meclisa Kombûna jinan a Zenûbiya li hola Mişar a bajarê Reqayê li dar xistiye, bi encamnameyekê bi dawî bû.

ˋMisogerkirina mafên jinan misogeriya Sûriyeya demokratîk eˊ
25 ÇILE, 2025   20:55
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sernavê "Misogerkirina mafên jinan misogerkirina Sûriyeya demokratîk e" li hola Mişwar a başûrê bajarê Reqayê panelek li dar xist.

Di panelê de zêdetirî 300 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Jinan a PYDˈê, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û kesayetên hiqûqî û yên serbixwe beşdar bûn û gelek kes jî li ser onlinê beşdar bûn.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa bixêrhatina beşdar kir, dûre cîgira Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen El Xelef axivî.

Sewsen bal kişand ser fedakariyên ku şehîdan dane û rola pêşeng a jinan di şoreşê de û got: "Jinan bi salan ji ber zilmê êş kişandin. Êş û zehmetiyên li hemberî jinan di dema serweriya çeteyên DAIŞˈê de zêdetir bûn. Lê bi avabûna Rêveberiya Xweser re rola jinan di jiyana siyasî û civakî de hat pêşxistin û temsîla jinan di saziyan de ji sedî 50 e. Ev yek jî pêşketina ber bi çav a nîşan dide. Rêveberiya Xweser hewl dide Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bike ku mafên jinan tê de mîsoger bike."

Berdevka YPJˈê Tolvîn Şarda jî axivî û bal kişand  girîngiya tevkariyê ya ji bo mîsogerkirina mafên jinan. Tolfînê bang li jinên sûriyeyî kir ku çalakiyan dewam bikin da ku mafên xwe di Sûriyeya nû de mîsoger bikin.

Tolvîn Şarda bang li jinan kir ku piştgiriya YPJˈê bikin û got, YPJˈê ji bo mîsogerkirina azadî û mafên jinan canê xwe feda dikin. Tolfînê şoreşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û diyar kir ku ev şoreş li cîhanê bûye mînak.

Piştre beşdaran nîqaş kir. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî jî got: "Em tu hewldanên bidûrxistina jinan ji tu aliyekî jiyanê qebûl nakin. Beşdariya me ne sedeqeyek e, lê pêwîstiyek e ku geşkirin li welat misoger bibe, ye."

Her wiha endama Yekitiya Jinan a Ermenî Nûr El Huda jî got: "Divê nûnertiyeke jinan a adilane û bandorker di komîteya ji bo nivîsandina destûra nû de bê kirin û jin bibin beşek ji xebata nivîsandina destûrê."

Li aliyekî din jî heseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Tebqayê Huda Ewan jî got: "Divê jin bi awayekî giştî û aktîv di tevahî dan û standinên aştiyê û xebatên lihevkirinên nîştimanî de beşdar bibin."

Der barê girîngiya perwerdeya bêpere de hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqa Zelîxe Ebdê jî got: "Divê perwerdeya bêpere û xwedî kalîteyeke bilind ji tevahî keç û jinan re ji baxçeyên zarokan bigire heta bi perwerdeya bilind, were dabînkirin."

Bi rêya zoomê de siyasetmedara ji bajarê Laziqiyê ya ji pêkhateya Ermenî Roz Xorî jî beşdar bû û got divê yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin û bêyî beşdariya jinan Sûriyeya nû nayê avakirin.

Dûre koma Hîlana Zêrîn li ser êşên jinan û zulma ku rêxistinên terorîst li dijî wan pêk anîne, newekheviya di nava pêkhateyan de û berxwedana li Bendava Tişrînê, şanoyek pêşkêş kir.

Panel bi encamnameyeke bi dawî bû û ji hêla rêvebera Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed ve hat xwendin û wiha ye:

Wekheviya giştî û berfireh bi rêya beşdariya siyasî, wekheviya aborî û wekheviya civakî û çandî.

Parastina giştî ji tundiyê, bi rêya krîmînalîzekirina tundiya dijî jinan, peydakirina parastin, piştgirî û têkoşîna dijî çanda tundiyê.

Fêrkirin û xurtkirina berfireh bi rêya fêrkirina bêpere û baş, bernameyên xurtkirin, perwerde û piştgiriya rêvebirina xebatan.

Beşdariya aktîv di avakirina aştiyê de bi nûnertiya jinan di dan û standinên aştiyê de û beşdariya jinan di avakirina saziyan û diyaloga nîştimanî de.

Edaleta veguhastinê û hesabpirsîn, hesabpirsîna ji kesên sûc li dijî jinan kirine û piştgirîkirina mexdûrên tundiyê.

Rola jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bi rêya nûnertiya jinan a adilane û misogerkirina mafên jinan di destûrê de, mekanîzmaya pêkanîna destûrê û teqeziya li ser nedûrxistina wan.

(fr)

ANHA