ˋEm operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê qebûl nakinˊ

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Pûtîn di civîna Astanayê de diyar kir ku operasyona leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, ev wê bi kêrî komên ‘cîhadist’ bê.

ˋEm operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê qebûl nakinˊ
12 mijdar, 2024   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Aleksandr Lavrentyev piştî civîna 22’yemîn a Astanayê axivî û diyar kir ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê wê ji aliyê Moskovê ve nayê qebûlkirin.

Lavrentyev ji Sputnikê re axivî û li ser pirsa ‘Moskov li operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê bê destpêkirin çawa dinêre?’ wiha bersiv da: “Em vê yekê qebûl nakin, me ev yek gelek caran anî ziman. Tevî her tiştî hêviya me ew e ku dewleta Tirk ji vê yekê paşde gav biavêje. Ji ber ku wê encamên xirab ên operasyoneke li Sûriyeyê ye hebin.”

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Pûtîn anî ziman ku operasyona Tirkiyeyê wê rewşê çareser neke, tenê wê pirsgirêkê mezintir bike û wiha domand: “Krîza li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê û Xezeyê nehatiye çareserkirin û di van şert û mercan de operasyoneke muhtemel wê bandoreke xirab çêbike. Dibe ku rêxistinên wekî Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) dikarin ji vê yekê sûd wergirin.”

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di merasima 10’ê Mijdarê de axivî û sînyala operasyoneke nû ya dersînorî ya li Sûriyeyê da û got: “Bi izna Xwedê di heyama pêşiya me de em ê qadên kêmasiyên herêma ewle ku me seranserê sînorên xwe ava kiriye temam bikin.”

Lavrentyev li ser pirsa ‘Gelo wê Rûsya bi rêveberiya nû ya DYA’yê re li ser pirsgirêka Sûriyeyê biaxive yan na?’ got ku di serdema serokatiya nû ya Donald Trump de, ew amade ne ku bi Washingtonê re der barê Sûriyeyê de hevdîtinan bikin. Lavrentyev diyar kir ku heger Washington pêşniyarekê bike, Moskov wê binirxîne û bi îhtîmaleke mezin wê bersiv erênî be.