ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ

Meclisa bajarê Til Temirê û rêxistina PYDˋê ya bajêr têkildarî pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji xelkê bajêr re civînek organîze kir.

ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
ˋEm bi vîna biratiya gelan û fikra Rêbertî li ber xwe didinˊ
21 kanûn, 2024   17:14
Hesekê

Di çarçoveya rêzecivînên ku Meclisa bajarê Til Temirê ji bo şîrovekirina geşedanên li Sûriyeyê li dar dixe de, meclisê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr civînek li dar xist.

Di civînê de şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de rêvebera PYD'ê ya kantona Cizîrê Zeyneb Murad li ser geşedanên leşkerî û siyasî li Sûriyeyê û herêmê bi giştî axivî.

ˋTIMAYÊN DEWLETA TIRK LI HERÊMÊˊ

Zeyneb Murad destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bihaneyên derew dagir bike, hemwextî wê ew hemû pêkhateyên li herêmê hedef digire. Zeyneb got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl didin ji nû ve Osmaniyê vegerîne."

Zeyneb aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji çend rojan ve êrişên dijwar li dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrîn pêk tînin, lê bi saya fedakarî û berxwedana QSDˋê tu encamp negirtin, ji wê zêdetir derbên giran dixwin.

ˋDAGIRKERIYA TIRK TÊKILDARÎ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ MAFÊN XWE YÊN REWA BISTÎNIN METIRSÎDAR Eˊ

Zeyneb Murad wiha domand: "Tevahî pêkhateyên herêmê li hember tîmayên dewleta Tirk a dagirker destkeftiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin."

ˋBANGA HEVGIRTIN Û BERXWEDANÊˊ

Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Murad diyar kir ku vîna biratiya gelan, fikra Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan dê li hember tu êrişên dijber bibe çeka herî xurt."

(mh/fr)

ANHA