Dayika Cîhan Bîlgîn: Cîhana min rêya heqîqetê şopand

Dayika nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe Bîlgîn destnîşan kir ku keça wê dikarîbû her karekê bike, lê wê rêya şopandina heqîqetê hilbijartiye û canê xwe ji bo miletê xwe daye.

Dayika Cîhan Bîlgîn: Cîhana min rêya heqîqetê şopand
21 kanûn, 2024   17:24
MÊRDÎN

Malbata nûçegihana ajansa me ANHA’yê Cîhan Bîlgîn ku roja 19’ê Kanûnê (2024) dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin, li ser riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirrînê di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dagirkeran de, li gel hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan şehîd bû, serdanên sersaxiyê qebûl dike. 

Îro jî gelek kes çûn serdana malbata Bîlgîn a li navçeya Midyat a Mêrdinê û sersaxî xwest.

Dayika Cîhan Bîlgîn Katibe Bilgîn ku sersaxî qebûl kirin, li ser keça xwe axivî.

Dayika Bilgîn wiha got: “Xwedê heqê Cîhana min û heval û hogirên wê li erdê nehêle. Hêvî xwedê ye. Cîhana min bi xîret bû, heqîqet dişopand, edalet xwendibû.

Cîhana min her tişt dizanî, her tişt dikarî, her meslek bi dest diket. Lê hes ji vê rê kir, hes ji riya miletê xwe kir, canê xwe ji miletê xwe re da.”

(a)

ANHA