ˋBila kesên destdirêjî li sembolên neteweyî kir, werin cezakirinˊ

Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku daxistina alê li Kobanê nêzîktiyekî ferdî ye û kiryarên li Efrînê şermezar kirin.

ˋBila kesên destdirêjî li sembolên neteweyî kir, werin cezakirinˊ
22 adar, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK)daxuyanî dan û ji Asayîş û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwestin ku kesên bêrêzî ji sembolên neteweyî re kirine qanûnî hesab ji wan were xwestin û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtiyên şer serbest berdê. 

 Daxuyanî wiha ye:

"Pêşveçûnên li Sûriyeyê û bi taybet lihevkirina QSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê entegrekirina saziyên îdarî û ewlehiyê, ji bo çareserkirina krîzê gavekî girîng e û hêviyeke ku were parastin. Di dîroka Sûriyeyê de ev cara yekem e ku cejna Newroz li ser asta fermî û di nava gel de tê pîrozkirin.

Nêzîkatiyên ku li Kobanê û Efrîn çêbûn wateya Newrozê ku cejna azadî, efûkirin û hezkirinê nîşan nade. Li Kobanê ala Sûriyeyê ji aliyê xortekî ve hate daxistin û ev nêzîkatiyekî ferdî bû. Nabe ku netewa Kurd berpirsyarê vê nîzîkatiyê were dîtin. Em daxistina ala Sûriyeyê şermezar dikin.

Li beramberî vê yekê li Efrîn li ber çavên Hêzên Ewlekariya Giştî û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrişî malbatên Kurd kirin û heqaret li wan kirin. Her wiha ala Kurdî ku yek ji sembolên gelê Kurd ê dîrokî û neteweyî avêtin erdê û pêlê kirin. Em bi tundî van kiryaran şermezar dikin. Kesên ku li bajarê Efrîn, Ezaz û gundewarên Helebê êrişî malbatên Kurd kirin û destdirêjî ala Kurdî kirin dixwazin ku fitne têxin navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Divê ew kesên destdirêjî kirine werin cezakirin û hesab ji wan were xwestin. Ji ber vê yekê Hêzên Ewlekariya Giştî û Asayîş kesên ku destdirêjî li sembolên neteweyî kirin hesab ji wan bixwazin û veguhezînin dadgehê. Her wiha dîlgirtiyên şer serbest berdin û Hikûmeta Sûriyeyê efûya giştî derbixe. Em bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybet Kurd û Ereb dikin ku deskeftiyên şoreşê biparêzin û neyên provokasyonan.

Di dawiyê de kî fitne dixwaze dê hezar hicetan çêbike ji bo fitne derbixe û yên aştiyê dixwazin dê di şertên herî zehmet de aştiyê biparêzin."