ˊÇeteyan daristanên li Efrînê şewitanindinˊ

Rêxistina Mafên Mırovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, niştecih û îstîxbarata Tirkiyeyê daristanên li Efrînê şewitandin.

ˊÇeteyan daristanên li Efrînê şewitanindinˊ
8 hezîran, 2024   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku 3 rojan agir bi daristana gundê Remedana yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkirî ketibû, bi wê re 150 donimên rûberên keskahiyê şewitîn.

Her wiha rêxistinê aşkera kir ku li daristanên çiyayê Hawrê yê di navbera navçeyên Bilbil û Racoyê de şewatên bizanebûn çêbûn, di encamê de 150 hêktar şewitî û zêdetirî hezar darên zeytûnê yên gundê Dîkê yê navçeya Raco şewitîn.

Rêxistinê destnîşan kir ku ev şewatên ku dewleta Tirk a dagirker, niştecihên li Efrînê û îstîxbarata Tirkiyeyê pêk tînin di çarçoveya guhartina demografiya herêmê de ne.