ˈBi azadiya fîzîkî ya Rêbertî re wê pirsgirêka Kurd çareser bibeˈ

Şêniyên ji Amûdê diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Şêniyan gotin, dê têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bidomînin.

ˈBi azadiya fîzîkî ya Rêbertî re wê pirsgirêka Kurd çareser bibeˈ
18 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê diyar kirin ku hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re encamên berxwedan û têkoşîna gel e. Şêniyan cezayên nû yên ku desthilata Tirk di bin navê "cezayên dîsiplînê" de 16`ê Mijdarê careke din li Rêber Abdullah Ocalan biriye, şermezar kir. 

Mistefa El Omerî got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo me û ji bo doza Kurd dîl hate girtin. Dewleta Tirk jî ji bo ku Kurdan û doza wan bi dawî bike pergala îşkence û qirkirinê li wan ferz dike."

El Omerî  bal kişand ser hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêbertî re jî û wiha domand: "Rast e hevdîtin pêk hat, lê têrê nake. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. Bi azadiya Rêbertî re wê pirsgirêka Kurd çareser dibe."

El Omerî destnîşan kir ku divê li hember pergala îşkence û qirkirinê berxwedan were mezinkirin û got: "Her tişt bi berxwedanê tê bidestxistin. Bi berxwedanê em ê mafên xwe bi dest bixin."

El Omerî anî ziman ku gelê Kurd û yê Kurdistanê heta Rêberê xwe di nav xwe de bibînin dê li ber xwe bidin.

Selman Şêxê jî diyar kir ku hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re encama berxwedana mezin e û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê em têkoşînê bidomînin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."

Mihemed Ehmed jî got: "Pirsgirêk û azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê çareserkirin."

(şx/bb)

ANHA