ʹJi bo em têkoşînê xurt bikin, divê em xwe di fikrên Rêbertî de kûr bikinʹ

Şêniyên bajarokê Abra yê gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê siyaseta îşkence û qirkirinê ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê meşandin şermezar kir û got, "Ji bo em têkoşînê xurt bikin, dive em xwe di fikrên Rêbertî de kûr bikin."

ʹJi bo em têkoşînê xurt bikin, divê em xwe di fikrên Rêbertî de kûr bikinʹ
11 îlon, 2024   03:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Rejîma Tirk a dagirker sîstema îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ê ku li girava Îmraliyê ye didomîne. Ji bo têkbirina vê sîstemê şêniyên bajarokê Abra yê gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê teqezî bi girîngiya şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê da.

Welatiyê bi navê Husam Hisên berdewama siyasetên îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ew hewl didin di şexsê Rêbertî de gelan qir bikin û hêviyên wan ên ku bi saya fikrên Rêbertî hatine vejandin, vemirîne."

Hisên destnîşan kir ku ew van siyasetan red dikin û dê asta têkoşîna xwe bilind bikin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê belav bikin.

Welatiyê bi navê Zêdan Hisên diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan Îmralî veguherandiye jêdera fikir û felsefeyê. Hemû siyasetên rejîma Tirk a faşîst nikaribûn li hemberî hêza wî fikrî bisekinin.

Hisên destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina siyasetên îşkence û qirkirinê yên di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tên bikaranîn, bi bilindkirina asta têkoşînê û naskirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêkan in.

Ezîme Rustem sîstema îşkence, qirkirinê û durûtiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û got: "Em van siyasetan qebûl nakin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin."

Ezîme Rustem diyar kir ku ew hewl didin bi rêya sîstema îşkence û qirkirinê gelan bê deng bikin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan sînordar bikin û got: "Em êdî rastiya van planan dizanin, kes nikare me ji azadiya Rêbertî ya ku bi xwe azadiya jinan û gelan e, bi dûr bixe."

Di dawiya axaftina xwe de Ezîme Rustem teqezî bi girîngiya belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û naskirina wan, da.

(mh)