Pitikekî malbateke koçber a ji Şehbayê ji ber sernameyê jiyana xwe ji dest da

Pitikek 4 mehî yê malbatek koçber ku ji Şehbayê hatibû, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Pitikekî malbateke koçber a ji Şehbayê ji ber sernameyê jiyana xwe ji dest da
4 kanûn, 2024   10:50
REQA

Pitikê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî ku di rêwîtiya dirêj a ji Şehba heta Reqayê de serma girtibû, îro danê sibehê li sitargeha li stadyûma Şaredariya Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Malbata Nûh Mihemed Reşo ji bajarê Bilbilê yê girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê ye û piştî êrişa komên çete yên dewleta Tirk a dagirker, li gel deh hezaran kesan koçber bûn.

Bi deh hezaran şêniyên kantona Efrîn- Şehba û bajarê Helebê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberî kantonên Reqa û Tebqayê bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Heleb, Şehba û Efrînê pêşwazî dike û li navendên penaberiyê bi cih dike.

 (k)