Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ji bo zarokên bajarê Qamişloyê çalakiyeke hunerî li dar xist.

 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
 Zarokan roja xwe bi çalakiyeke hunerî pîroz kir
19 mijdar, 2023   13:37
QAMIŞLO

Rêzeçalakiyên bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20`ê Mijdarê li ser asta herêma Cizîrê dewam dikin.

Çalakiya hunerî di çarçoveya rêzebçalakiyên Koordînasyona Mafê Zarokan a Herêma Cizîrê yên bi dirûşmeya "Em bi hev re zaroktiya xwe û zarokan biparêzin" de hat lidarxistin.

Çalakî li bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê bi beşdarbûn endamên rêxistin û tevgerên jinan, xwendekar û hejmarek zarokên bajêr hat lidarxistin. 

Di çalakiyê de Koma Girbawî stran gotin, xwendekaran jî helbest xwendin. Piştre endamên Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê diyarî li zarokên beşdar belav kirin.

(iî/c)

ANHA