Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist

Zanîngeha Rojava panelek bi navê “Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafekî Destûrî ye û Nabe Ku Were Paşguhkirin” li dar xist. Di panelê de hat gotin ku divê ji bo zimanê Kurdî têkoşîna destûrî bê dayîn.

Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist
Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist
Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist
Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist
Zanîngeha Rojava panelek li ser statûya zimanê Kurdî li dar xist
22 sibat, 2026   14:48
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava panelek bi navê “Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafekî Destûrî ye û Nabe Ku Were Paşguhkirin” li dar xist. Panel li Hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê pêk hat. 

Panel ji aliyê Mamoste Cîhan Eyo ve hat rêvebirin.

Seroka Akademiya Yekmalê Mamoste Gunay Darici, Mamosteyê Zanîngeha Rojava û lêkolîner Berzo Mehmûd, Mamosteya Zanîngeha Zaxoyê Dr. Sanya Cebar, Şêwirmendê Xwendina Bilind ê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê Dr. Luqman Guldivê beşdarî panelê bûn. 

Mamoste Berzo bersiva pirsên “Giringiya zimanê dayikê çi ye? Çima Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin? Çima pêwîste mirov bi zimanê diya xwe hînî zanistê bibe yan jî were perwerdekirin?” da.

Mamoste Berzo qala dîroka 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê kir û got: “Divê em jî xebatê bimeşînin ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê xwendinê. Pir girînge ku li dibistana seretayî ziman bibe zimanê perwerdeyê. Qonaxa fêrkirinê bingeha xwe ji qonaxa seretayî digire. 6 salên xwendinê yên destpêkê pir girîng e û divê bi zimanê dayîkê be. Piştî wê nîvî Erebî be nivî Kurdî be jî ne pirsgirêk e. Weke fîlozof û zanyar dibêjin ‘em bi rêya ziman dibin mirov’. Dema zarokek zimanekî ne yê dayîka xwe dixwîne, ew ziman jêre dibe bariyer û fêrbûnê dibe asteng. Heta dibe bûyerek pîsolokojîk. Eger ziman nebe zimanê xwendinê ew dê bi demê re bê jibîrkirin. Weke din jî ziman nasnameya netewî ava dike. Lê ji ber kar ji zimanê Kurdî re nehatiye kirin, divê xebat liser bê meşandin.”

SALA 2027’AN DÊ DIBISTANEK SERETAYÎ BI ZIMANÊ KURDÎ-ALMANÎ WERE VEKIRIN

Piştî nirxandina Seroka Akademiya Yekmalê Gunay Darici qala xebatên akademiyê kir. Yekmal komeleyek Kurdan e ku 33 sale kar û xebatên xwe dimeşîne. 30 kes têde kar dikin. Bi zaravayên Kurdî xebatê dimeşînin. Li diyasporayê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî xebatê dimeşîne. 

Heta niha 2 baxçeyên zarokan bi zimanê Kurdî/Almanî vekirine. Ji sala 2010’an ve her sal konferansek li ser Roja Zimanê Dayîkê li dar dixin. 4 navendên malbatan li Berlînê hene (Li Berlîn, Rheinland-Pfalz, NRW, Bremen) hene û xebatên ziman dimeşînin. Torek heye ku ji 30 sazî û komeleyan pêk tê û xebatên pirzimaniyê dimeşîne. Dema hikumeta Almanya li ser pirzimaniyê karekî bike serlêdana wan dikin. Niha komele pland dike ku di sala 2027’an de dibistanek seretayî bi zimanê Kurdî-Almanî veke û senatoyê jî ev pejirandiye. Ji bo perwerdekirina mamoste û amedekirina meteryalan gelek pisporên bi dilxwazî kar dikin. Her wiha xebatên lêkolînê dimeşînin. Ev lêkolîn tên çapkirin û li çapxaneyên girîng tên belavkirin.

Zaxoyê Dr. Sanya Cebar jî qala dîroka pêşketina zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê kir. Dr. Sanya diyar kir ku gavên di aliyê destûrî, hewldanên mamoste, xwendekar û ziman zanan, xebatên çandî dihêlin ku zimanek bijî. Dr. Sanya got: “Zimanê Kurdî zimanek zindî ye û dikare bibe zimanê perwerdeyê. Kariye xwe li ber gelek astengiyan bidomîne. Rewşa wê cuda ye, ji ber ketiye di nava çend welatên dagirker de.”

Dr. Luqman Guldivê qala berxwedana herêma Baskê ya Spanyayê û herêma Galiyan a li Brîtanyayê ku ji bo zimanê dayîkê hatiye dayîn kir û got: “Min xwest berxwedana van gelan a ji bo zimanê dayîkê bibe mînakek ji bo zimanê Kurdî.”

Du welatên herî zêde asîmîlekirina ziman lê hatiye kirin Bask û Galiyan e. Zimanê Baskê ne Spanî, ne Fransî û ne jî Hind-Ewropî ye. Her çendî rastî siyasetek dijwar a asîmîlasyonê li ser hat meşandin jî, lê xwe ragirt. Li dibistan û saziyan qedexe bû. Di aliyê destûrî û siyasî de jî nedihat erêkirin. Piştî berxwedan û hewldanek gelê Baskê niha li tevahî dibistanan, sazî û rêxistinan de tê bikaranîn. Yek ji xalên girîng mijara destûrî ye, li kêleka Spanî Baskî jî zimanê fermî ye. Bingeha duyemîn a Statûya Civaka Xweser a Baskê ye. Mafê perwerdeyê, îdarî bi zimanê Baskî. Qanûna asayîkirina Baskî heye ku ji bo teşwîqkirina zimanê Baskî ye. Ji ber qebûl dike ku ketiye bi bin pencên asîmîlasyonê de. Vê bi rêya perwerde, ragihandinê dike.

Zimanê Galiyan

Zimanekî Keltîk e. Li Brîtanyayê yê zimanê gelê Galî ye. Mînakek herî girîng a vejandina zimanên Ewropayê ye. Sedala 19’an zarokên Galî dema bi zimanên xwe diaxivîn dihatin cezakirin. Sedsala 20’an li dijî vê çalakiyek derket holê û vê jî hişt ku zimanê Galî bê qebûlkirin. Di aliyê qanûnî de 1993’an Galî bi zimanê Îngilîzî re wekhev hat pejirandin. Meclîseke Netewî hat avakirin û di ailyê perwerde û ziman de xebat meşand. Dikarin bêjin ji 2011’an li kêleka parastina zimanê Galî, êdî xwendina wê jî tê ferzkirin.

(bî-jh)

ANHA