Qaçaxçiyan bi boriyan şîr ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê kiriye

Muxaberata Artêşa Lubnanê boriyên ku ji bo qaçaxçîtiya şîr ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve girtin.

Qaçaxçiyan bi boriyan şîr ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê kiriye
6 cotmeh, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Muxaberata Artêşa Lubnanê boriyên (lûle) ku ji herêma Meşarî El Qaî ya sînorî ji bo veguhastina şîr ji xaka Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve bi awayekî qaçaxçî diçin, girtin. 

Çavkaniyeke ewlehî ji rojnameya El Nehar re diyar kir ku rojane 2-3 tonên şîr bi rêya wan boriyan derbasî xaka Lubnanê dihate kirin.

Şaredarê El Qaiyê Beşîr Meter der barê xetereyên tenduristî yên girêdayî qaçaxçîtiya şîr de hişyarî da û ew wek sûc bi nav kir.

(sb)