Li Hesekê ciwanek hat kuştin

Li taxa Merdiyan a bajarê Hesekê ciwanek dema di teksiyekê de bû hat kuştin.

Li Hesekê ciwanek hat kuştin
5 cotmeh, 2026   20:02
HESEKÊ

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê ragihand ku ciwanek li taxa Merdiyan hat kuştin.

Li gorî şahidan, ciwanek dema di teksiyê de bû ji aliyê kesekî ve hat gulebarankirin û kuştin. Cenazeyê kuştî rakirin Nexweşxaneya Gel a bajêr.

Nasnameya kujer û sedema kuştinê nehatin zanîn.

Hêzên Ewlekaritya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

ANHA