Zêdetirî 500 malbatên ji Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin

Zêdetirî 500 malbatên koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî û dibistanan bi cih bûne amadekariyên vegera li warê xwe dikin.

Zêdetirî 500 malbatên ji Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Zêdetirî 500 malbatên ji Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
Zêdetirî 500 malbatên ji Serêkaniyê amadekariyên vegerê dikin
4 cotmeh, 2026   16:25
HESEKÊ

Koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî û dibistanan ên bajarê Hesekê dimînin dest bi amadekariyên vegera li warê xwe kirine.

Koma sêyemîn ku zêdetirî 500 malbatî pêk tê, dê sibe vegerin warê xwe li gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê.

Koma duyemîn ku ji derdora 700 malbatî an ku nêzîkî 7 hezar kesî pêk dihat 8‘î Îlonê vegeriyan malên xwe yên li nêzî 55 gundên Zirgan, Til Temir û Serêkaniyê.

Koma yekemîn ku ji derdora 410 malbatên ji gundewarên başûrê Serêkaniyê pêk dihat di 10‘ê Tebaxê de vegeriyan cih û warê xwe.

(bb)

ANHA