Baregeheke Tirkiyeyê li gundekî Til Temirê rê nade şênî derbasî gundê xwe bibin

Baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li gundê El Menax a gundewarên Til Temirê nahêle ku şêniyên gund derbasî gundên xwe bibin, leşkerên ku li baregehê dimînin ji şêniyan re diyar kirine ku herêmê, herêmeke leşkerî ye û nabe kesek nêzî wê bibe.

Baregeheke Tirkiyeyê li gundekî Til Temirê rê nade şênî derbasî gundê xwe bibin
6 cotmeh, 2026   12:06
HESEKÊ

Ji ber ji hêla baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li gundê El Menax ê gundewarê Til Temirê hişyarî hatiye dayîn ku gund herêmeke leşkerî ye û nabe ku kesek nêzî wê bibe, şêniyên gund nikarin vegerin malên xwe.

Şêniyên gund diyar kirin ku ew hewil dan derbasî gund bibin û li mal û milkên xwe binêrin, lê leşkerên di baregehê de nehiştine ku ew derbasî gund bibin.

Ev qedexe di demekê de ku vegera koçberên Serêkaniyê didome de pêk tê, astengî hene û ev astengî nahêlin ku şêniyên resen vegerin gundên xwe.

3 KARWANÊN VEGERÊ

Di çarçoveya vegera koçberan di mehên dawî de 3 karwanên koçberên Serêkaniyê û gundewarên bi rê ketin, di 10`ê Tebaxê (2026) karwanê yekemîn a ku ji 400 malbatan pêk tê vegeriyan bajêr û gundewarên wê, di 8`ê Îlonê de jî karwanê duyemîn a ku ji 700 malbatan pêk tê vegeriya 55 gundên girêdayî Serkaniyê, gund û herêmên gundewarên Til Temir û Zirganê.

Karwanê sêyemîn a ku ji 511 malbatên ku li Kampa Waşûkanî û dibistanên li Hesekê diman, 5`ê Cotmehê gihîşt gundewarên başûrê Serêkaniyê.

(sb)

ANHA