Belavkirina beşa duyemîn a mazotê didome

Gerînendetiya Sotemeniyê heta 21`ê Sibatê 25 mîlyon û 170 hezar û 400 lître mazot li 125 hezar û 850 malbatan belav kiriye. Belavkirin bidome.

Belavkirina beşa duyemîn a mazotê didome
22 sibat, 2026   14:32
QAMIŞLO

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê  27’ê Çileyê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazotê li malbatan kir. Belavkirin bi rêya komînan didome.

Ji bo her malbatekê 200 lître mazot tê dayîn û buhayê her 200 lîtreyî 220 hezar lîreyên Sûriyeyî ye.

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê Izedîn Ferhan dane ajansa me, heta 21`ê Sibatê li bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Tirbespiyê, beşeke ji bajarên Qamişlo û Hesekê 25 mîlyon û 170 hezar û 400 lître mazot li 125 hezar û 850 malbatan hatiye belavkirin.

Izedîn Ferhan da zanîn ku ew di gihandina mazotê ji bo malbatên ku di avahiyên bilind de dijîn astengiyên dema dirêj dikşînin û got, dê heya ji dest wan were dê mazotê li tevahî bajaran belav bikin.

(sb)

ANHA