Xaleke ewlehiyê li gundewarê Derayê rastî êrişekê hat

Li gundewarê Derayê xaleke Hêzên Ewlekariyê ji hêla kesên nenas ve, rastî gulebaran û avêtina bombeyekê hat, di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Xaleke ewlehiyê li gundewarê Derayê rastî êrişekê hat
6 cotmeh, 2026   10:23
DERA

Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku çavkaniyên xwecihî ji wan re dane zanîn ku xaleke Hêzên Ewlekariyê li bajarê Tefes ê gundewarê rojavayê Derayê, berbanga vê sibehê rastî gulebareneke dijwar û bêserûber hatiye, di encamê de tenê zirarên madî çêbûne. 

Li gorî şêniyan kesên nenas ji seyareyê xala hêzê gulebaran kiriye û bombeyek avêtiye, pê re jî droneke şopandinê ya Îsraîlê li ser bajêr digeriya.

Heta niha ji hêla hikumeta Sûriyeyê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

(sb)

ANHA