Zanîngeha Kobanê derfeta temamkirina lîsansê da xwendekaran

Zanîngeha Kobanê ji bo xwendekarên ku di pêvajoya şoreşê de navber dane xwendina xwe û tevlî xebatên saziyên Rêveberiya Xweser bûne, mafê temamkirina xwendinê da.

Zanîngeha Kobanê derfeta temamkirina lîsansê da xwendekaran
8 nîsan, 2025   14:29
KOBANÊ

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Pirtûkxaneya Zanîngehê ji aliyê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ve hate hat dayîn.

Şervan Mislim da zanîn ku li herêmê guhertin û veguhertinên girîng çêdibin, lewma ew jî li gorî vê rewşê li zanîngehê guhertinê çêdikin.

Mislim anî ziman ku di vê çarçoveyê de wan têkildarî qebûlkirina xwendekaran û dayîna bawernameyan biryarên nû girtine.

Şervan Mislim bibîr xist ku di dema destpêkirina Şoreşê de gelek xwendekarên zanîngehê dest ji xwendinê berdan û tevlî şoreşê bûne, di sazî û dezgehên şoreşê de cih girtine. Mislim anî ziman ku bi taybetî li Bakûr û Rojihlatê Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gelek xwendekaran bi vî rengî dest ji xwendinê berdabûn û got: “Gelek xwendekaran di salên 3 an jî 4’an ên zanîngehê de dest ji xwendinê berdan û tevlî şoreşê bûn.”

Şervan Mislim diyar kir ku di civîna Meclîsa Zanîngehê û Desteya Rêveber a Zanîngehê de rewşa van xwendekaran hatiye nirxandin û biryar hatiye girtin ku di tevahiya beşên zanîngehê de ji bo xwendekarên xwendina xwe di nîviyê de hiştine û niha di saziyên Rêveberiya Xweser de cîh digirin, derfeta temamkirina xwendinê were dayîn.

Şervan Mislim da zanîn ku li gorî şert û mercên karê saziyan, wê mafê xwendinê bidin xwendekarên di van saziyan de. Mislim anî ziman ku dê rojên în û şemiyê wekî rojên dewama zanîngehê diyar bikin û xwendekar wê karibin di van rojan de werin zanîngehê.

Şervan Mislim got ku têkildarî mijarê bi Rêveberiya Xweser re pêwendî hatiye çêkirin û ji aliyê rêveberiya xweser ve jî hatiye erêkirin.

Şervan Mislim diyar kir ku ew ê di demeka herî nêz de hûrguliyên mijarê li ser malperên xwe yên zanîngehê parve bikin û dest bi tomarkirina xwendekaran bikin.

(sş/a)

ANHA