Yekitî û rêxistinên êzidiyan "Danezana destûrî" red kir

Rêxistin û yekitiyên êzidiyên Sûriyeyê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê şermezar kir û bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku bendên di danezanê de binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî ye.

Yekitî û rêxistinên êzidiyan "Danezana destûrî" red kir
16 adar, 2025   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê rêxistin û yekitiyên êzidiyên Sûriyeyê daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîst e desthilata Şamê "Danezana destûrî" paşde bikişîne û banga avakirina komîteyekê ku nûnertiya tevahî pêkhateyên neteweyî û olî li Sûriyeyê bike ku jinûve ev danezan were sazkirin. Da ku mafên tevahî welatiyan bê misogerkirin û li gorî pransîbên azadî, edalet û hemwelatîbûna giştî be.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nûnerên rêxistin, komele û saziyên êzidî yên li hundir û derveyî Sûriyeyê naveroka "Danezana destûrî" ku serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri îmze kiriye bi tundî şermezar kir. Bendên vê danezanê binpêkirina aşkera ya peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî (ICCPR) û Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan û peymana têkbirina tevahî şêweyên nijadperestiyê ye.

Di daxuyaniya êzidiyan de hat destnîşankirin ku ola êzidî, piştî ola îslam û xiristiyanê, di komara Sûriyeyê de ya sêyemîn e û ew oleke serbixwe ye û xwedî koka dîrokî ya bi hezaran salan e. Lê belê, hikûmetên Sûriyê yên berê, ji dema serxwebûna xwe ve girêdayî prensîbên qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî nebûn, wan hebûna qanûnî ya êzîdiyan wekî kêmoliyekî serbixwe nas nekir, ne jî ti qanûnek derxist û ne jî bendên destûrî yên ku mafên wan ên olî, çandî û siyasî garantî dike, dernexist. Tevî van binkeftinên kombûyî, danezana destûrî ya vê dawiyê êzîdiyên Sûriyê bêhêvî kir, ji ber ku guh neda daxwazên Sûriyê yên ku di sala 2011‛an de daketin kolanan û daxwaza azadî, dadmendî û wekheviyê kirin.

Her wiha hate gotin ku ev danezan dijberî peymana ku Ehmed El Şeri bi birêz general Mazlûm Ebdî re îmze kiriye hat.

(fr)