Yekîneyek Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê

Yekîneyek artêşa Îsraîlê ket gundê Seyda Hanût ê Quneytîrayê û bendek kontrolê danî. Piştre ji gund vekişiya.

Yekîneyek Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê
12 sibat, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku yekîneyek artêşa Îsraîlê  bi 3 erebeyên leşkerî "Hummer" îro ket gundê Seyda Hanût ê başûrê Quneytîrayê.

Yekîneyê ku bendek kontrolê li têketina rojava ya gund danî,  şênî kontrol kir û tevgera çand û hatinê asteng kir.

Nûçegihanê me ragihand ku yekîne piştre ji gund vekişiya.

(bb)