Xwendekarên refa 9`an navên xwe ji bo ezmûnan tomar kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendekarên refa 9`an ên ku di dibistanên rejîma berê ya Baasê de xwendine, navên xwe ji bo ezmûnan tomar kirin. Ji bo xebat û hewldanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser xwendekaran kêfxweşiya xwe anî ziman.

11 hezîran, 2025   13:13
QAMIŞLO

Komîteyên Hevbeş ên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, ji bo pêkanîna ezmûnên refa 9`an (giştî û serbest) ên xwendekarên dibistanên rejîma berê, li navendên tomarkirinê îro dest bi qonaxa tomarkirina xwendekaran kir.

Di saetên sibehê de xwendekaran li kantonên Cizîrê, Dêrazorê, Reqayê, Tebqa û Firatê ji bo tomarkirina navên xwe berê xwe da navendên ku ji aliyê komîteya hevbeş ve hatine diyarkirin.

Li gorî biryarên ku duh (10`ê Hezîranê) ji civîna komîteya hevbeş derketine, li kêleka daxwaza belgeyan, ji bo tomarkirina navan ji her xwendekarekî 22 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê jî hate xwestin.

Ji saet 08:00 heta 17:00`an navendên tomarkirinê li ber xwendekaran vekirî ne û qonaxa tomarkirinê heta 16`ê Hezîranê didome.

Xwendekara bi navê Sîma Hemo ya ku navê xwe li navenda tomarkirinê ya li bajarê Qamişlo qeyd kiriye, nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir û da zanîn ku beriya derketina biryarnameya pêkanîna ezmûnan li herêma wan, wê navê xwe li Dêrazorê tomar kir, gelek zehmetî dît û ji bo wê jî ji Qamişloyê heta bi Dêrazorê çend caran çûye û hatiye.

Sîma Hemo wiha hestên xwe anî ziman: “Xebatên ku Rêveberiya Xweser ji bo me kirin, em gelekî kêfxweş kirin.”

Hîn hejmara xwendekarên refa 9`an û navendên ku lê ezmûnan pêşkêş bikin, nehatiye diyarkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji komîteyê girtine, piştî 17`ê Hezîranê dê dest bi tomarkirina navên xwendekarên refa 12`an (giştî û serbest) ên ku dibistanên rejîma berê xwendine, dest pê bike.

Hejmara giştî ya xwendekarên refên 9 û 12`an ên di dibistanên rejîma berê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwendin, derdora 70 hezarî ye.

(ekîb/k)

ANHA

REQQA

QAMIŞLO