Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xiristiyanan bi ayînên olî cejna Neolê pîroz kir.

Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir
Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir
Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir
Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir
Xiristiyanan cejna Neolê pîroz kir
25 kanûn, 2023   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrikê û navçeyên Til Temir û Tirbespiyê xiristiyanan ji saetên destpêkê yên sibehê ve berê xwe da dêran û cejna Noelê pîroz kir.

Xiristiyanan nimêj û sirûdên olî yên cejnê xwendin.

Li Dêra Seyda Ezra ya li taxa Nasira ya li Hesekê keşe Îlyan Îlyas yê taîfeya Suryanên ortodoks Pirtûka Pîroz xwend. Komên taybet ên dêrê jî qewlên olî xwendin û dua kirin.

(bb)