Xêrxwaz Amanc Cemal: Gelê Rojava moralê ji piştgiriya Başûr digire

Amanc Cemal ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û li Brîtanyayê dijî, di çarçoveya seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê de derbasî Rojava bû û di aliyê madî de piştgiriya koçberên Efrînê kir. Amanc got: “Ez ji gelê Rojava pirs dikim ku çi ji we re pêwîst e, gel dibêje eger gelê Başûr li gel me ye moralê me bilind dike.”

Xêrxwaz Amanc Cemal: Gelê Rojava moralê ji piştgiriya Başûr digire
11 sibat, 2026   17:19
QAMIŞLO

Amanc Cemal ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û li Brîtanyayê dijî, di çarçoveya seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê de 20’ê Çileyê (2026) derbasî Rojava bû û di aliyê madî de destek da koçberên Efrînê. Amanc Ceman li dibistanên ku koçberên Efrînê lê diman ên li Cizırê geriya û alîkariya koçberan kir. 

Amanc Cemal diyar kir ku ew li benda bidawîbûna dorpêça li ser Kobanê ye, dixwaze alîkariyan bigihîne Kobanê jî.

Amanc Cemal îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê der barê alîkariyên ku kirine de daxiyaniyek da ragihandinê.

Amanc Cemal di daxuyaniyê de spasiya saziyên Rêveberiya Xweser û Kurdên li Brîtanyayê ku bi wî re bûne alîkar kir û wiha got: “Ez gelek caran ji bo alîkariyê hatime Rojava, piştî êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, ez yekser hatim Rojava. Ez weke kesek xêrxwaz hatim. Spasiya gelê Başûr jî dikim ku pişta Rojava girtin. Ez ji gelê Rojava pirs dikim ku çi ji we re pêwîst e, gel dibêje eger gelê Başûr li gel me ye moralê me bilind dike.”

Amanc da zanîn ku heta niha 100 hezar dolar li koçberan belav kiriye, 2 hezar malbatan sûd ji alîkariyên wî wergirtiye. Her wiha gelê Kurd ê li Siwêdê 74 kartonên alîkariyê şandine Rojava û bi rêya wî hatiye belavkirin. Amanc 10 hezar pêlîstok jî li zarokan belav kiriye.

(bî/fr)

ANHA