Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir

Bi sedan ji gelê bajarê Sirînê şervanê QSDˊê şehîd Mehmûd Hecî Elewî bi merasîmeke bi heybet ew spartin axê.

Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
Xelkê Sirînê şehîd Mehmûd Elewî oxir kir
1 îlon, 2024   20:01
KOBANÊ

Gelê bajarê Sirînê, sazî û dezgehên girêdayî wê ji bo oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mehmûd Hecî Elewî  beşdarî merasîmê bûn. Mehmûd Elewî di 31`ê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Bajarê Sirînê Şebo Ebdurezaq Elo axivî û got: "Em xwediyê bi hezaran şehîd in. Me ji bo azadiya tevahî gelan evqas şehîd dane. Heta têkbirina dagirkeriyê em ê li ser rêça şehîdan bin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Bajarê Sirînê Mustefa Ûçqardaş jî axivî û soza şopandina rêya şehîd da û got: "Em ala şehîd Mehmûd û hevriyê wî heta dawiyê hilînin. Em xwediyê van şehîdan in û em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê bi fikrê Rêber Apشo li ber xwe bidin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.