Xelkê Siqêlbiyê xwepêşandaneke bêdeng li dar xist

Xelkê bajarê Siqêlbiyê li dijî êrişan xwepêşandeke bêdeng li dar xist.

Xelkê Siqêlbiyê xwepêşandaneke bêdeng li dar xist
28 adar, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê li dijî êrişan xwepêşandaneke bêdeng li dar xist.

Di xwepêşandanê de ku bi sedan kes tev lê bûn, pankartên bi daxwazên hesabpirsînê ji êrişkaran, şermezarkirina êrişên mezhebperest û sînordarkirina çekan hatin vekirin.

Duh êvarê komeke çekdar a rûgirtî êrişî bajarê Siqêlbiyê kir, sivîl gulebaran kirin, hin kes birîndar kirin û mal û milkên wan xirab kirin.

(bb)