Partiya Yekitiya Suryan nerazîbûn nîşanî bûyerên li Siqêlbiyê da 

Partiya Yekitiya Suryan êrişa li bajarê Siqêlbiyê şermezar kir û xwest tavilê tedbîrên ewlehiyê werin girtin. 

Partiya Yekitiya Suryan nerazîbûn nîşanî bûyerên li Siqêlbiyê da 
28 adar, 2026   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan der barê bûyerên li bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: "Ev bûyer bi desteka hêzên ewlekariya hundirîn pêk hat ku hejmareke ciwanên bajar ên ku bersiva êrişkaran dida, destgîr kirin.”

Partiya Yekitiya Suryan destnîşan kir ku geşedanên bi vî rengî dê bajar bikişînin nava şerekî mezhebî ku dê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike.

Partiyê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku mudaxeleyî bûyerên bi vî rengî bike û mekanîzmeyên rêvebirina welat li gorî pirrengiya civakê li ber çavan bigire û hate gotin: “Xirstiyanên Sûriyeyê parçeyekî bingehîn ên welat in, dixwazin Sûriyeyê ava bikin, pêkvejiyanê û têkiliya aştiyane ya bi hemû pêkhateyan re xurt bikin. Mafê xiristiyanan heye ku cihê xwe di siberoja Sûriyeyê de bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan xwest destûr bidin pêkhateya Suryan ku cihê xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bigirin û parastina herêmên xwe bikin.