Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin

Şêniyên bajarê Qamişlo çalakiyên xwe yên ji bo başkirina rewşa aborî û jiyanî, danîna sînorekî ji bo bihabûnê û dabînkirina kehrebeyê didomînin.

Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin
Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin
Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin
Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin
Xelkê Qamişloyê ji bo rewşa debarê çalakiyên xwe didomînin
1 tîrmeh, 2026   21:07
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo pirsgirêka rewşa debara jiyanê ya li bajêr, li navenda bajarê Qamişlo çalakiyeke protestokirinê hat lidarxistin. Bi dehan şênî û xwediyên dikanên bazirganiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakvanan bi rakirina pankartên ku pê banga başkirina rewşa debarê, dabînkirina kehrebeyê bi awayeke baş û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê kirin.

Di çalakiyê de sloganên daxwaza çareserkirina rewşa aborî hatin berzkirin, çalakvanan diyar kir ku heke bihayên kel û pelan bi vî awayî bimînin, kehreb bi vî şêwazî bê qutkirin wê bandoreke neyîn li jiyana wan a rojan bike, her wiha zirarê li jêdera debara malbatên wan bike.

Ev 10 roj in li bajarên herêma Cizîrê rezeçalakiyên ji bo banga çareserkirina pirsgirêka sotemenî û kehrebeyê, danîna sînorekî ji bo bihabûnê û başkirina rewşa jiyanî ya welatiyan tên lidarxistin.

(sb)

ANHA