Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya

Şêniyên bajarê Amûdê bi meşekê destûra ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, şermezar kir û daxwaza federaliyê kir.

Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
Xelkê Amûdê li dijî pêşnûmeya destûra desthilata Şamê meşiya
14 adar, 2025   15:44
QAMIŞLO

Serokê desthilata Şamê duh "destûra Sûriyeyê" îmze kir. Di destûrê de temsîla hemû pêkhate û mezheban nîn e.

Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê îro bi meşekê destûra desthilata Şamê û komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin.

Girse ji navenda bajar heya Qada Jina Azad meşiya. Di meşê de pankartên wekî "Destûra Sûriyeyê nûnertiya gelê Kurd nake", "Sûriye welatê netewe, etnîk, mezheb û olan e", "Gelê Kurd xwedî mafên neteweyî, siyasî û çandî ye", "Em Kurd in û em ê Kurd bimînin" û "Federalî çareseriya herî guncaw e" hatin vekirin.

Li Qada Jinan Azad jî komkujiyên li dijî elewiyan hatin şermezarkirin û hate gotin dê çalakî berdewam bikin ta destûreke demokatîk were ragihandin.

(bb)

ANHA