Xeleka çalakiyên 25`ê Mijdarê fireh dibe

Bi boneya 25`ê Mijdarê, 28 mêr tev li dewreya perwerdeyê ya li bajarê Çilaxa hatiye lidarxistin bûn. Di civîn û panelên bi boneya vê rojê de hatine lidarxistin, behsa girîngiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye doza rizgariya jinan hate kirin. Beşdarên çalakiyan, banga firehkirina çalakiyan kirin da ku her kes tev lê bibe.

16 mijdar, 2024   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Paltforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10`ê Mijdarê, bi boneya 25`ê Mijdarê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.

ÇILAXA

Bi boneya 25ˋê Mijdarê, Kongra Star dewreyeke pewerdê vekir, girêdayî mijarê 28 mêr ji bajarê Çilaxa tev li dewreyê bûn.

Kongra Star beriya vê jî li bajarê Til Temir û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê heman dewre vekiribûn û bi dehan mêr tev lê bûbûn.

Dewre 3 rojan e û li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tê lidarxistin. Xwendin û şîrovekirina qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad mijarên sereke yên dewreyê ne.

Kesên tev li dewreyê bûne, pêşniyar kirin ku mîna van dewreyan bêtir bên lidarxistin û mêr tev lê bibin, ji bo ku qanûna malbatê ya ji 41 madeyan pêk tê, baş werin fêmkirin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Jinên Êzidî ya bajarê Tirbespiyê li hola Mala Êzidî civînek lidar xist.

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediye Şamo axivî û behsa şîdetê kir û got: "Şîdet, encama zihniyeta xetere ya li ser civakê ye. Divê li hember wê bê sekinandin û ew were bidawîkirin. Ji ber ku newekheviya mêr û jin, dûrxistina jinan ji qadên jiyanê, sînordarkirina azadiya wê, zirarê li civakê dike û wisa bi pêş nakeve."

Hediye teqezî bi birêxistinkirina jinan kir, bi taybet ên êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin hedefgirtin. Hediye destnîşan kir ku avakirina Yekîneyên Jinan ên Şengalê (YJŞ) bersiva ferman û komkujiyên li dijî wan e.

DÊRAZOR

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Meclisa Gel a Bajarê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê semînerek bi sernavê "Em hebûn in, em xweza ne, em jin, em jiyan in" li dar xist.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Dêrazorê Sîham El Ehmed semîner bi rê ve bir. Di semînerê de bi dehan jinên bajêr, endamên komîteyên jinan ên saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya beşdar bûn.

Sîham destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde girîngî daye dozên jinan û ji bo azadiya wê tê koşiyaye.

Her wiha di semînerê de, metirsiyên zewicandina zarokan, şîdeta malbatî, derûnî û fîzîkî ya li dijî jinan hatin nîqaşkirin û gelek pêşniyarên têkildarî pêşxistina hişmendiyê û zanistê, peydakirina derfetan ji jinan re, ji bo ku tev li bernameyên belavkirina çanda zanabûnê û tunekirina şîdetê, hatin kirin.

Di semînerê de teqezî bi hevgirtin û yekitiyê hate kirin ku rêya yekane ya bidestxistina armancên hevbeş û azadiyê ye. Her wiha teqezî bi girîngiya hebûna qanûnên ku jinan diparêzin û hişmendiya wan li hember dozên şîdetê û diyardeyên wê bi pêş dixin, hate kirin.

HELEB

Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "Beşdariya siyasî ya jinan û têkoşîna li dijî şîdetê" li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê panelek li dar xist.

Di panelê de "şîdeta siyasî" û "jin û şîdeta siyasî" mijarên sereke bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelûx Hemo û endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Îman Elo her du mijarê bi rê ve birin.

Piştî şîrovekirina her du têgehan, beşdaran nêrînên xwe der barê her du mijaran de parve kirin. Endama Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Şêrîn Şêxo axivî û got: "Siyaset, hunera birêvebirinê ye. Dema em vegerin dîrokê em dibînin ku jinan kar û barên civakê bi rê ve dibir. Siyaset baş û bi awayekî rast dimeşand. Lê dema desthilat derket, siyaset ji rêya xwe ya rast hate bidûrxistin."

Berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amine Xidro got: "Jin, mêr qurbanên zihniyeta desthilatdar û nedanîna qanûnên ku jinan û mafên wan diparêzin. Ji ber wê, hevsengiya berê xirabe bû."

(şx)

ANHA