Li Efrînê welatiyekî xwe kuşt

Welatiyekî Efrînî, ji ber rewşên zehmet ên debarê xwe kuşt.

Li Efrînê welatiyekî xwe kuşt
16 mijdar, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku welatiyê bi navê Mihemed Axo Axo (39) ê ji xelkê bajarê Efrînê, ji ber rewşên zehmet ên debarê di 15ˋê Mijdarê de xwe kuşt. Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rewşa debarê pir zehmet bûye.

Der barê hûrgiliyan de rêxistinê diyar kir ku Mihemed bavê 5 zarokan e. Mihemed bi hevjîna bavê xwe yê wefatkirî, Horiye ya 75 salî re dijiya. Mala wan taxa Eşrefiyê yê Efrînê, li piş kargeha xertûman a El Elewî ye.

Li gorî rêxistinê, Mihemed bi zorê hişt ku hevjîna bavî wî Horiye mazotê vexwe û piştre wî jehr vexwar.

Her wiha cîranan ew her du rakirin nexweşxaneyê, piştî gurçikên Mihemed hatin şûştin, wefat kir û hîna Horiye jî di beşa baldariya lezgîn de ye.

(fr)