Xebatên paqijkirina rêyên Serêkaniyê ber bi dawiyê ve diçin

Xebatên paqijkirin û vekirina rêyên sereke yên ku diçin bajarê Serêkaniyê didomin. Xebatên rakirina mayinan derbasî qonaxa xwe ya dawîn bûne.

Xebatên paqijkirina rêyên Serêkaniyê ber bi dawiyê ve diçin
28 tîrmeh, 2026   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên ji bo ewlekirina deverê û hêsankirina vegera şêniyan bo deverên xwe, xebatên rakirina mayinan û bermahiyên şer li ser rêyên sereke yên ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçin, dewam dikin.

Rayedarên Operasyonên Rêxistina El Wîsal ku li gundewarên bajarokê Zirganê kar dikin, ji ajansa me re ragihand ku xebatên paqijkirina mayinan li ser rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê gihaştine qonaxa dawîn û tîmên rêxistinê heta niha ji sedî 80’yê rê paqij kiriye.

Her wiha da zanîn ku kar li gorî plana destnîşankirî bi rê ve diçe û tê payîn ku operasyonên paqijkirina mayinan di vê hefteyê de yan herî dereng di destpêka hefteya bê de bi dawî bibin, da ku rê bi temamî ji tevgera sivîlan re ewle be.

Di heman çarçoveyê de xebatên paqijkirina mayinan li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê jî dewam dikin. Rêxistina MAG bi hevkariya tîmên endezyariyê yên Firqeya 60’an xebatên paqijkirinê bi rê ve dibin.

(k)

ANHA