Di teqîna Girê Spî de 2 çete hatin kuştin

Li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî mayînek bi erebeyeke çeteyan de teqiya, di encamê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di teqîna Girê Spî de 2 çete hatin kuştin
26 îlon, 2024   20:25
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku mayînek bi erebeya çeteyên ʹPolîsên Sivîlʹ ên dewleta Tirk a dagirker de teqiya, di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî heman çavkanî, teqîn li ser rêya di navbera bajarokê Elî Baceliyê û bajarê Eyn Îsayê de pêk hat.

Her wiha ajansa me agahiya teqandina erebeyekê, bêyî bibîrxistina ziraran, vê sibehê belav kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan kiryarên revandinê li dijî 50 welatiyan dabû destpêkirin. Ew yek bi hinceta ku wan madeyên teqemeniyê derbasî herêmê kiribû, pêk hat.

(fr)