Wênekêş Feysel Şêxmûs koça dawî kir

Wênekêş Feysel Şêxmûs ku di jiyana xwe de bi hezaran wêne kişandine, di 70 saliya xwe de li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Wênekêş Feysel Şêxmûs koça dawî kir
23 kanûn, 2024   12:04
QAMIŞLO

Duh (yekşem 22 Kanûn 2024), wênekêşê herî kevin ê bajarê Qamişlo Feysel Şêxmûs jiyana xwe ji dest da.

Feysel Şêxmûs ji xelkên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye.

Feysel Şêxmûs berê ji ajansa me re axivîbû û wiha gotibû: “Xizmên min şîret li min kirin ku ez karekî din bibînim lê min ji wan re got ez ji vî karî hez dikin û heta mirinê dest ji karê xwe bernadim, dema ez bimirim, kameraya min bi min re binax bikin. "

Îro danê sibê cenazeyê Feysel Şêxmûs li goristana taxa Hilêliyê  ya bajarê Qamişlo bi beşdariya girseya şêniyên bajarê Qamişlo hate veşartin û li taxa Xerbî jî konê sersaxiyê hate vedan.

(k)