Di dema serdana şandeya NY’ê de Wargeha Mexmûrê hate bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker di dema serdana şandeya Iraq û NY’ê de Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.

Di dema serdana şandeya NY’ê de Wargeha Mexmûrê hate bombebarankirin
16 îlon, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews derdora saet 10.00’an de balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, baxçeyê welatiyê bi navê Melek Mijînî bombebaran kir.

Di dema vê êrişê de, şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Iraqê di nava wargehê de karê xwe yê serjimêriyê dewam dikirin.