Ukrayna: Rûsyayê bi 328 dronan êrîş Kir

Hêza Hewayî ya Ukraynayê roja Înê ragihand ku Rûsyayê duh şevê bi 328 dron û 7 mûşekan êrişî ser axa Ukraynayê kir.

Ukrayna: Rûsyayê bi 328 dronan êrîş Kir
6 sibat, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Hewayî ya Ukraynayê roja Înê ragihand ku Rûsyayê duh şevê bi sedan dron û mûşekan, li dijî axa Ukraynayê êriş pêk aniye .

Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsiyayê ji duh şevê hata sibeha îro bi 328 dron û 7 mûşekan êrişî ser axa Ukraynayê kir.

Hêza Hewayî diyar kir ku 297 dron ji hêla pergalên şerê elektronîkî yên Ukraynayê ve hatine xistin an jî hatine bêbandorkirin.

(k)