Tê gotin li Idlibê kargehek çêkirina cebilxaneyan hatiye bombebarankirin

Li Idlibê dengê teqînên xurt hat bihîstin. Li gorî çavkaniyên xwecihî balafireke bêmirov kargeha çêkirina cebilxane û depokirina wê ya komên leşkerî yên biyanî (Tirkistanî û Ozpekistanî) li nêzî bajarokên Kefriya û Fûa, bombebaran kir. Hemwextî wê balafireke bêmirov a nenas li herêmê digeriya.

Tê gotin li Idlibê kargehek çêkirina cebilxaneyan hatiye bombebarankirin
2 tîrmeh, 2025   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber teqîna li kargeha çêkirina cebilxaneyan û depokirina wê bajarê Idlib û derdora wê hejiyan. Ew depo û kargeh ên komên leşkerî yên biyanî (Tirkistanî û Ozpekistanî) ne yên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne. Teqîn li avahiyekê li nêzî bajarokên Kefriya û Fûa yên nêzî Idlibê pêk hat. 

Hemwextî teqînan balafireke bêmirov a nenas li herêmê digeriya û heta 20 deqeyan depo û kargeh diteqiya. Komên destwerdana lezgîn nikarin destwerdan bikira.

Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 10 biyanî hatin kuştin û 9 birîndar bûne.

(fr)