Talebanî: Silav serok, em ê bi hev re bernameyê temam bikin

Serokê YNK’ê ji Newroza Amedê re peyamek şand û got; ‘‘Divê dema hesas de ya giring, yekitiya hemû Kurdan, yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.''

Talebanî: Silav serok, em ê bi hev re bernameyê temam bikin
21 adar, 2026   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Talebanî di peyama xwe de behsa giringiya yekitiya netewî ya Kurdan kir.

Peyama Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha ye:

 ‘‘Silav Kurd û Kurdistan, slav hevalên ezîz, slav li zarokên ciwan ên liwir rawestiyane, slav Abdullah Ocalan, slav serok.

Cejna Newrozê li we pîroz be, hêvîdarim emê hertim di cejnan de bin. Divê dema hesas de, ya giring, yekitiya me, yekitiya hemû Kurdan û yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Ez silavek tayet ji bo hemû aliyên ku tevlî pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye despê kirin bûne, dikim.

Hêvîdar im ku ez di demek herî nêz de werim xizmeta we, heval Apo. Hêvîdarim em bernameya we bihevre temam bikin. Ez hêvî dikim ku em di demek herî zû de we bi azadî bibînin.

Hun hemû dizanin ku Yekitiya Nîştimana Kurdistanê hertim ji bo we bûye, ez livir jî soz didim ku wê hertim ji bo we be. Ewê hertim ji bo we xebat bike û hun hemû ser serê me û çavên mene.

Hûn bi xwe dizanin ku xwezaya min ewe ku tiştên ez dibêjim, dikim. Ez soz didim we ku hunê salek din min di dîmenan de nebinin, ezê salek din di xizmeta we de bim.

Her bijîn, cejna Newrozê li we pîroz be.’’