Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan

Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê bi piştgiriya bernameya Firatê ji bo destpêkirina projeyên sererastkirina torên avê û kanalîzasyonên li kantonê şahiyek li dar xist.

Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
Li Tebqayê projeya sererastkirina torên avê û kanalîsazyonan
25 îlon, 2024   17:06
TEBQA

Li Kafeterya Şemis a bajarê Tebqa bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweser, endamên şaredariya gel, desteya şaredariyan û Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Tebqayê şahî hat lidarxistin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqa Elî Taha destpêkirina projeyê ku dê bikeve xizmetî bajêr û welatiyan pîroz kir.

Dê di projeyê de torên kanalîzasyonên kevin bi yên nû werin guhartin û dirêjahî 3 hezar û 500 metre ye. Ev yek li 12 kolan û nuqteyên bajêr pêk bê. Li kêlek wê jî torên avê bi zêdetirî 7 hezar û 500 boriyên li tax û kolanên bajêr bi yên nû werin guhartin û bikeve xizmetî zêdetirî 50 hezar welatiyan.

Çaverê ye proje di kêmtirî 6 mehan de bi dawî bibe.

(fr)