Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin

Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî da malbatên şehîd Masîro Dêrik û Ramiz Bîlal.

Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
16 cotmeh, 2025   13:51
QAMIŞLO

Ji bo gerîlayê HPG’ê Masîro Dêrik (Hesen Ehmed Abdullah) yê ku 19’ê Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ramiz Mihemed Bîlal ê ku 9’ê Cotmehê li Dêrikê şehîd bûb, merasîma seraxiyê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyeyê ya Şehîd Bawer a li Dêrikê hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xedîce Hebeş axivî û got: "Em aşiqên aştî û azadiyê ne.  Zarokên me jî di rêya aştî û azadiyê de şehîd dibin. Dema em dibêjin şehîd ev ne tenê xîbatek e, lê belê nûkirina soza domadina rêya wan ta pêkanîna serketin û aştiyê ye."

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen anî axivî û destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna xwe ya demdirêj karibû îradeya xwe li ser erdê ferz bike. Hesen  bi domdarî got "Bi ked û xwîna şehîdan her buhostek ji vî erdê hat rizgarkirin. Îro em li vî cihî pîroz behsa şoreşa xwe ya bi pêşketina tevgera azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan dikin ku li hemberî hemû cûreyên dagirkerî û despotîzmê li ser xwe dan."

Ciwan Hesen destnîşan kir ku gelê herêmê ji bo parastina rumeta xwe canê xwe feda kir, komployên hundir û derve û êrişên DAIŞ’ê têk birin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)