Sersaxî ji malbata endamê TEV-DEMˊê şehîd Hezarî re hat xwestin

Şêniyên tev li merasîma sersaxiyê ya endamê TEV-DEMˊê şehîd Sarî Hesarî bûne, soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

29 mijdar, 2025   15:20
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, olî û partiyên siyasî yên bajêr tev li merasîma sersaxiyê ya endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Raxib Emîn (Sarî Hesarî) bûn.

Endamê TEV-DEMˊê Sarî Hesarî di 26ˊê Mijdarê de ji ber krîza dil şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Desteya Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Gulo axivî û diyar kir ku berxwedana Rojavayê Kurdistanê encama sedsalî ya têkoşînê ye û got: "Me şehîd di 15 saliya wî de nas kir, rojekê jî lawaz nebû û heta dawiyê li ber xwe da."

Li aliyekî din jî Şaha Xelîl a dayika şehîd Delîl, destnîşan kir ku malbata şehîd ji dema tevlêbûna Sarî li nava tevgerê ve 22 şehîd dane.

Şaha anî ziman ku şehîd Sarî di 1987ˊan de tev li tevgera şoreşgerî bû, di salên dirêj de li Bakurê Kurdistanê û çiyayên wê li ber xwe da, di 1992ˊyan de ji hêla rejîma Sûriyeyê ve hat girtin, 10 salan di girtîgeha Sednayayê de ma.

Birayê şehîd Mişel Hesarî jî behsa dîroka tevgera şoreşgerî kir û amaje bi serdana fermandarên tevgerê Kemal Pîr û Egîd ji malbata wê re di dawiya salên 1970ˊan de kir. Mişel anî ziman ku birayê wî di nava koma destpêkê de ya bi pêşengiya şehîd Egîd de cihê xwe di têkoşîna çekdarî ya 15ˊê Tebaxa 1984ˊan de girt.

Merasîm bi sozdayîna şopandina rêça şehîd û tevahî şehîdên Kurdistanê û berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên azadî û demokrasiyê bi bi dawî bû.

(fr)

ANHA