Serokê taîfeya Miwehidîn a durziyan: Hê zû ye ku em behsa radestkirina çekan bikin

Serokê taîfeya Miwehidîn a li Suweydayê û başûrê Sûriyeyê, Şêx Hikmet El Hicrî got "Hê zû ye ku em li Sûriyeyê behsa radestkirina çekan bikin.”

Serokê taîfeya Miwehidîn a durziyan: Hê zû ye ku em behsa radestkirina çekan bikin
1 ÇILE, 2025   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê taîfeya Miwehidîn a li Suweydayê Hikmet El Hicrî, di hevpeyvînekê de got: "Em radestkirina çekan bi tu awayî qebûl nakin, heta ku dewlet were damezirandin û destûr were nivîsandin ku mafên me garantî bike.”

Her wiha got: "Niha zû ye ku mirov behsa radestkirina çekan bike, divê dewleteke sivîl were avakirin.”

El Hicrî her wiha got: "Em behsa avakirina dewleteke aram dikin, ne dewleteke demkî. Em hewceyî çavdêriya navneteweyî ya li ser avakirina dewleta Sûriyeyê ne, da ku tu valahiyek nemîne ku me ber bi paş ve bikişîne.”

Komên çekdar ên xwecih ên li Suweydayê şeva borî rê neda karwanekî Heyet Tehrîr El Şam derbasî bajêr bibe, wan daxwaz kir ku karwan vegere Şamê, di encamê de karwan vegeriya.

(k)